Qalîbaf sepandina "Zagona Pêngava Stratejîk ji bo Rakirina Dorpêçan" tekez kir
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: "Piştî heyama sê mehan ya sepandina "Zagona Pêngava Stratejîk ji bo Rakirina Dorpêçan" a Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê tiştek nehatiye dirêj kirin û ev qanûn tê şopandin."
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Qalîbaf îro di bersiva Elîriza Selîmî endamê meclisê derbarê cihanîna "Zagona Pêngava Stratejîk ji bo Rakirina Dorpêçan" de got: Piştî derbasbûna sê mehan tiştek nehatiye dirêj kirin û piştî wê, ti materyalên ku di hundur de hatine tomar kirin (ji hêla kamerayan di navendên nukleerî de) ti caran ji Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re îzn nayê dayîn û ew ê di destê Îranê de bibe û qanûn bi cidî were sepandin.
Elîriza Selîmî her wiha got: "Di Zagona Pêngava Stratejîk de, me sê meh derfet da Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ku paşê me mehek din lê zêde kir. Lêbelê, ev derfet jî bi qasî sê rojan qediyaye."
Li dû vekişîna yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî (8ê Gulana 2018), Îran hewl da ku rêkeftina navokî bidomîne, bi şertê ku aliyên din ên peymanê peywirên xwe bicîh bînin, lê Ewropî di warê pratîkî de ku soz dabûn rekeftinê biparêzin ser neket.
Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bi pejirandina "Zagona Pêngava Stratejîk ji bo Rakirina Dorpêçan" hikûmeta Îranê wezîfedar kir ku ger boykotên amerîkî bidomin hevkariya xwe bi IAEA re sînordar bike.