Hezîran 27, 2021 22:14 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Wext e ku aliyên din ên Rêkeftina Navokî biryarê bidin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku dem ew dem e ku aliyên din ên Rêkeftina Navokî biryarê bidin û divê ku welatên hember biryarên xwe yên dijwar bidin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îranê; Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê "Seyd Ebas Iraqçî" îro yekşemê di nav civîna endamên Komîsiyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê derbarê rewşa herî dawiyê ya danûstandinên Viyenayê de raporek pêşkêş kir û got: Me heya niha, şeş dewr danûstandinên bi koma 4 + 1 re encam dan û em hema hema nêzê qonaxên dawîn bûne, hin pirsgirêk û mijarên hene ku bi têra xwe hatine guftûgokirin û dem e ku welatên din biryara pêdivî bidin.

Wekî Iraqçî dibêje: Îranê berê biryarên dijwar dane; Gava ku Amerîka ji Rêkeftina Navokî vekişiya û Îranê biryar da ku li Rêkeftinê bimîne, ew biryara dijwar û mezin a Îranê  bû ku bû sedema parastina Rêkeftina Navokî.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Naha dewra aliyên hember e û li gorî danûstandinên ku me kirin divê ew di derbarê vejandina Rêkeftina Navokî de biryar bidin û bigihin encamekê da ku rêkeftin serê xwe bigire.

Serepeyv