Hezîran 26, 2021 12:07 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Pêvajoya belavbûna Koronayê ber bi kêmbûnê va ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku pêvajoya belavbûna Koronayê li welêt ber bi kêmbûnê va ye, got: Tenê di çend parêzgehan da rewşeke ciyawaz heye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku pêvajoya belavbûna Koronayê li welêt ber bi kêmbûnê va ye, got: Tenê di çend parêzgehan da rewşeke ciyawaz heye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Erkantiya neteweyî ya têkoşîna dijî Koronayê da tevî amajeya bi vê yekê ku em roja îro şehedê hilbezîneke nûya Koronayê li welêt nînin, got: Helbet nabe ku em tam derheqê vê mijarê dilniya bin û divê miqatebûnan pêk bînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Roja îro li welatên cûrbicûr ên cîhanê ji wan Rûsiye, Rojhilatê Asyayê û derdora me bi xwe, cînarên rojhilatî û rojavayî em şehedê pêleka nû ne.

Rûhanî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku divê em şanaziyê bi karê mezin ku zanyar û kompaniyên zanistbingeh ên navxweyî di berhemanîna vaksînê da pêk anîn, bikin, got: Vaksîna navxweyî şanaziyeka mezin jibo komara Îslamî ya Îranê ye û karê ku roja borî Rêberê mezin ê Înqilabê di bikaranîna vaksîna navxweyî kir, kiryareka pirr binirx e.

 

Rûhanî got: Di halekî da ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dikarî gelekî zûtir û heta vaksînên derveyî bi kar bîne, lê vebijart ku vaksîna navxweyî bi kar bîne û ev piştgirî û teşwîqeke pirr bibandor ji çalakiyên zanyarên welatê me bû û ev cûre teşwîqên manewî bi ti awayî digel mijarên madî nayên qiyaskirin.

 

 

Serepeyv