Hezîran 21, 2021 13:03 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Terorîstên amerîkî derbarê girêdana çalakiyên bankî yên Îranê mukur hatin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Terorîstên amerîkî tam li xwe mukur hatin ku her tişt li ser gelê me û tevahiya çalakiyên me yên bankî girêdan.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di merasima behrewergirtina ji projeyên pîşeyî û jêrbinayî yên Navçeya Azad a Arazê, tevî pîrozkirina salvegera jidayîkbûna pîroz a Îmam Reza (S), got: Gelê Îranê tevî renc, dijwarî û pirsgirêkên ku dîtine, di şerekî bêmînak ê aborî li dîroka navçeyê li ber xwe daye, şerê ku zalimên Koşka Sipî sê sal û nîvan gel dorpêç kirin û kesên din jî ji tirsa Koşka Sipî alîkarî nekirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Ev gotina ku berpirsên heyîtiyê yên Amerîkayê sê rojan beriya niha ragihandin ku em ji sibe va amade ne ku boykota Îranê ji hêla vaksîna Koronayê va rakin, yanî ev terorîst tam li xwe mukur tên ku her tişt li ser gelê me û tevahiya çalakiyên me yên bankî girêdan û aniha piştî bi mehan dewleta nû desthilatdar bûye û bibawer e ku divê boykot bên wêdadayîn. Her wiha got di mijarên bankî da heke jibo mask û vaksîna Koronayê be pirsgirêkek tune û ev jî demek e ku fam kirin me di maskê da hewcetiyek tune û di vaksînê da jî em bûne berhemêner.

 

 

Serepeyv