Hezîran 20, 2021 21:53 Asia/Tehran
  • Dawiya civîna Komîsyona Hevpar ya Rêkeftina Navokî li Viyana

Dewra şeşemîn a civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî li Viyana bi dawî bû.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û televîziyona Îranê; Qonaxa şeşemîn a civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî îro Yekşemê, li Viyena paytexta Avusturyayê (Otrîşê), bi beşdariya şandên Îranê û Koma 4+1 li darket û bi dawî hat.

Seyd Ebas Iraqçî, serokê şandeya Îranî di civînê de, bal kişande ser pêşveçûna vê dewra danûstandinan, nemaze li ser reşnivîsa tekstên danûstandinan û got: "Pêdivî ye biryardayîna derbarê pirsgirêkên girîng ên mayî di paytextên welatên beşdarê danûstandinan de cih were."

Iraqçî bang li aliyên muzakereyê kir ku ji bo parastin û vejandina Rêkeftina Navokî biryarên pêwîst û cidî bidinbi û rastbîn bibin.

Civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî li Viyenayê, bi serokatiya Enrique Mora, Alîkarê Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewrûpayê di Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê de, hat li dar xistin.

Komara Îslamî ya Îranê hertim tekez dike ji ber ku Amerîka neqanûnî ji Rêkeftina Navokî derketiye divê bi xwe vegere û boykotan ji holê rake.

Serepeyv