Rûhanî daxwaz dike ku rewşa aborî ji serokê hilbijartî re ragihîne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji endamên Erkana Aborî ya hukûmetê xwest ku raporek li ser rewşa aboriya welêt pêşkêşî serokomarê hilbijartî bikin.
Li gorî IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Yekşemê ji endamên Ekantiya aboriya hukûmetê xwest ku raporek li ser rewşa aboriya vî welatî pêşkêşî Seyd Îbrahîm Reîsî serokomarê bijardtî bike.
Rûhanî di kombûna Erkantiya hevhengiya aborî ya hukûmetê de got: "Dabînkirina kelûmêlên bingehîn û zêdekirina refaha giştî xala sereke ya mekanîzma pêşniyarkirî ya hukûmetê ji bo sala 2021 ye."
Serokomarê Îranê her wiha got: Hemî hewildanên hukûmetê ew bû ku bi berxwedana li hemberî dorpêçên % 100 ên dijminên Îranê, dahatên diravê dereke yên hewce ji bo dabînkirina kelûmêlên bingehîn û pêdivî û domandin û baştirkirina hilberandina welat bi dest bêxe.
Sêzdehemîn dewra hilbijartinên serokomariya Îranê li seranserê welêt û 133 welatên biyanî hat lidarxistin da ku roja Înê serokomarê heştem were hilbijartin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî, Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi zêdetirî 17 mîlyon û 900 hezar dengan bi ser ket.