Hezîran 20, 2021 15:26 Asia/Tehran
  • Piştî beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê, peyama Zerîf Twitterê ya nazik

Wezîrê karên derve yê Îranê di twittekê de, behsê gotinên xwe di Foruma Dîplomasî ya Antalyayê kir û nivîsî: "Ew Amerîka bû ku ji Rêkeftina Navokî derket û naha jî divê Amerîka wê sererast bike û vegere ser vê rêkeftinê"

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press,  Mihemed Cewad Zerîf roja Şemiyê di Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de di twîtekê de nivîsî: Min tekez kir ku hewce ye ku dîplomasî ne mesela hevbawerkirinê ye, lê mesela rêzgirtina ji berjewendiyên hevdu ye.

Zerîf herwiha got: Min di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de got ku zû an dereng dê biyanî ji herêma me derkevin, divê ku em bi xwe bigirin dest xwe.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Min di vê forumê de tekez kir ku ew Amerîka bû ku ji Rêkeftina Navokî derket û naha jî divê  Amerîka wê sererast bike û vegere ser vê rêkeftinê"

Serepeyv