Peywendiya têlefonê ya serokkomarê Iraqê digel Reîsî
Di peywendiya têlefonê ya digel Seyd Îbrahîm Reîsî de, serokomarê Iraqê Berhem Salih pîrozbahî li serokomarê bijarde yê Îranê kir û tekez kir ku gerek pêwendiyên her du welatan xurttir bibin.
Li gorî IRNA, di vê pêwendiya têlefonê de, Salih tekez li ser girîngiya têkiliyên hevbeş û xurt di navbera her du welatan û her du neteweyên dost kir û girîngiya berdewamiya xebata ji bo xurtkirina van pêwendiyan di warên siyasî, ewlehî, aborî û bazirganî bi bîr xist.
Berhem Salih herwiha girîngiya hevahengiya hevbeş ji bo pêşxistina ewlehî û aramiya herêmê tekez kir.
Serokwezîrê Iraqê Mustefa el-Kazimî jî bi peywendî digel serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, pê baweriya gelên Îranê pîroz kir û li ser hevkariya dualî di warên cûrbicûr tekez kir .
Kazimî hêvî kir ku "hevkarîya hevpar di warên cûrbecûr de, nemaze di warên aborî, ewlehî û şerê dijî terorîzmê de û ya ku ewlehî û aramiya her du welatan û herêmê xurt dike zêde bibe".
Di vê pêwendiya têlefonê de, Reîsî jî spasiya Serokwezîrê Iraqê kir û têkiliyên dîrokî yên di navbera her du welatan sebeba befirebûna hevkarî û pêwendiyan da zanîn û desnîşan kir ku daxwaza Komara Îslamî ya Îranê geşepêdan û berfirebûna hevkariyan di hemî waran de ye.
Serokê Parlamenta Iraqê, Mihemed el-Helbûsî û Serokê Encûmena Dadwerî ya Bilind, Faiq Zîdan, rayedarê dadwerî yê bilind li Iraqê, roja Şemiyê jî di du peyamên cûda de bi serketina Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartina serokomariya Îranê ya 13mîn de pîroz kir.
Sêzdehemîn dewra hilbijartinên serokomariya Îranê li seranserê welêt û 133 welatên biyanî hat lidarxistin da ku roja Înê serokomarê heştem were hilbijartin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî, Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi zêdetirî 17 mîlyon û 900 hezar dengan bi ser ket.