Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li serkomarê nû yê Îranê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wî pîrozbahî li serkomarê nû yê Îranê seyd Îbrahîm Reîsî kiriye.
Herêma Kurdistanê li ser twîttera xwe gotiye ku wî pîrozbahî li serkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye.
Mesrûr Barzanî her wiha dI peyama xwe de ji Reîsî re gotiye hikûmeta Herêma Kurdistanê li bendê ye bi wî re kar bike bo bihêzkirina pêwendiyên dêrîn yên Herêma Kurdistanê û Îranê, ew jî li ser bingeha berjewendî û rêza du alî û aramî û aştiya zêdetir li deverê.
Sêzdehemîn dewra hilbijartinên serokomariya Îranê li seranserê welêt û 133 welatên biyanî hat lidarxistin da ku roja Înê serokomarê heştem were hilbijartin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî, Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi zêdetirî 17 mîlyon û 900 hezar dengan bi ser ket.