Hezîran 19, 2021 00:48 Asia/Tehran
  • Zerîf bi Wezîrê Karên Derve yê Efganistanê re civiya

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi wezîrê derve yê Efganistanê re civiya û pê re gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja înê li kêleka Foruma Dîplomasî ya Antalyayê ya li Tirkiyê,  bi Wezîrê Karên Derve yê Efganistanê Henîf Etmar re civiya û li ser mijarên balkêş gotûbêj kir.

Li gor IRNAyê, Zerîf her wiha roja înê bi berpirsiyarê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell, wezîrê derve yê Venezuela Jorge Areasa û wezîrê karên derve yê Kirvatistanê Radman re civiya û gotûbêj kir. 

Duh (Pêncşem), Wezîrê Derve yê Îranê bi Wezîrê Derve yê Iraqê, Fûad Husên, Serokê Encûmena Bilind a Lihevhatina Efganistanê, Abdullah Abdullah, û Wezîrê Derve yê Efganistanê yê berê, Selahedîn Rebbanî, û rêberên Cemiyeta Îslamî re civiya.

Serepeyv