Hezîran 18, 2021 14:55 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Gel hêza Pergala Îslamî ye

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade li ser rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî: Gel hêza Pergala Îslamî ya Îranê ye.

Li gorî IRNAyê, Seîd Xetîbzade di twîttekê derbarê hilbijartina Îranê ya serokomariyê de ya îro nivîsî: Gel hêzz û qaweta pargala Komara Îslamî ya Îranê ye.

Xetîbzade di vê twîta xwe de nivîsandiye: "Gelê Îranî li her çar aliyên cîhanê carek din mafê xwe ya rohn û diyarkirina riya pêşerojê ya welatê xwe bi beşdariya di hilbijartina serokomariyê de bikar anî." 

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: 42 sal in, dengê gel, Komara Îslamî ya Îranê diparêze.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.

Serepeyv