Hezîran 18, 2021 11:41 Asia/Tehran
  • Reîsî li Şehrêrey dengê xwe da

Namzetê 13emîn hilbijartina serokomariya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî li Şehrêrey dengê xwe xiste sindoqê.

Li gor Iran Pressê, seyd Îbrahîm Reîsî îro serê sibê çû mizgevta Îrşad a Şehrêrey (başûrê Tehranê) û debgê xwe xiste Sindoqa dengan.

"Seyd Îbrahîm Reîsî", "Seyd Mîr Husên Qazîzade Haşimî", "Ebdulnasir Himetî" û "Muhsin Rizayî Mirqayid" çar berbijarên vê dewra hilbijartina serokomariya Îranê ne.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.

Li gorî navenda hilbijartinê ya welêt, di vê hilbijartinê de hejmara kesên ku dikarin dengê xwe bidin 59 Milyon û 310 Hezar 307 kes in ku 1 milyon û 392 hezar û 148 kes ji wan ewil car e ku dikarin dengê xwe bidin.

Serepeyv