Hezîran 18, 2021 09:36 Asia/Tehran
  • Zerîf tekez kir ku Îran amade ye hevkariyên aborî bi Iraqê re berfire û zide bike

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf di civînekê de bi hevtayê xwe yê iraqî re tekez kir ku Tehran amade ye hevkariyên xwe yên aborî bi Bexdayê re berfireh bike.

IRNAyê şeva borî ragihand, Zerîf ku ji bo beşdariya di civîna Civata Demokrasiyê ya Antalyayê çûye Tirkiyê bi wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên re hevdîtin pêk anî û derbarê hevkariyên rêylî (riya trenan) ya navbera Şelemçe û Besrayê razîbûna xwe diyar kir û desnîşan kir ku Îran amade ye hevkariyên xwe yên aborî bi Iraqê re berfire bike.

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku pêdivî ye hevkarîyên herêmî bi welatên cîran re di çarçêva sazkirina ewlehiya herêmî de werin zêdekirin, vêca divê ku ji bo damezrandina ewlehiyê li herêmê gotûbêjên domdar despê bibin.

Wezîrê Derveyê Iraqê di vê civînê de, hevkariyên aborî yên di navbera her du welatên Îran û Iraqê, bi feyd û sûd nirxand û spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir ji bo alîkariya wê ya di çarçêva pêşxistina van hevkariyana de.

Serepeyv