Hezîran 18, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Zerîf û Selahedîn Rebbanî li Antalya şêwirîn

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina Selahedîn Rebbanî ya Antalyayê de, tekez kir ku pêdivî ye hevkarî di navbera hemî aliyên Efganistanê de hebe jibo çareserkirina rewşa nebaş a ewlehiyê li vî welatî.

Li gorî nûçeya IRNAyê ya şeva Pêncşemê; Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku ji bo beşdariya di civîna Civata Dîplomasiyê de li Antalyayê ye di hevdîtina Selahedîn Rebbanî wezîrê derve yê Efganistanê û yek ji rêberên Komeleya Îslamî ya vî welatî de li ser pêdivîbûna hevkarî di navbera hemî aliyên Efganistanê de jibo çareserkirina rewşa nebaş a ewlehiyê li vî welatî tekez kir.

Selahedîn Rebbanî jî di vê civînê de,rewşa dawî ya Efganistanê şirove kir û xwest bila Komara Îslamî ya Îranê  ji bo damezirîna aramî û ewlehiyê li Efganistanê alîkariyê bike.

Zerîf berî viya bi Abdullah Abdullah serokê  Civata Bilind a Lihevanînê ya Efganistanê re hevdîtin kiribû.

Zerîf di vê hevdîtinê de diyar kiribû ku rewşa Efganistanê ji me re fukaran çêdike, vêca em pêdivî dibînin ku muzakireya navbera aliyên efgan her çi zûtir lidar keve.

Abdullah Abdullah di vê hevdîtinê de rewşa welatê xwe şirove kir û sipasiya Îranê kir ji ber hewldanên wê yên avaker.   

Serepeyv