Hezîran 18, 2021 07:33 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî dengê xwe xiste sindoqê

Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, di xulekên pêşîn ên dengdanê de bi beşdariya li cihê Sindoqa gerok a 110 li Huseyniya Îmam Xumeynî (RE) dengê xwe da.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyona Îranê ya îro Înê; Ev bername li ser kanalên Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê û Torên civakî û rûpelên malpera KHAMENEI.IR bi zindî tê weşandin.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.

Serepeyv