Hezîran 18, 2021 07:20 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Gotegotên di derbarê pêkanîna hilbijartinan de li derveyî welat ne rast in

Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîîd Xetîbzade gotegotên di derbarê pêkanîna hilbijartinan de li derveyî welat ne rast dan zanîn û got: Ji bilî hersê welatan, li hemî welatên mebest û welatên ku îranî lê hene, ji bo pêkanîna hilbijartinan rêkeftin û hêsankaiyên hewce hatine kirin.

Li gorî IRNAyê roja Pêncşemê, Seîd Xetîbzade di derbarê nûçeyên derheq pêkanîna hilbijartinan li welatên din de got: Hejmara nûçeyên derew û ne rast ên derbarê hilbijartinên li derveyî welêt de zêde bûne û gelek ji wan sexte ne.

Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê îdiaya ku di malpera sefaretxana Îranê ya li Enqerê de di derbarê pêkanîna hilbijartinan de ti agahî tune got: Agahdariya hewce eva çend roj in li ser malperê ye. Li Tirkiyê, di 40 salên derbasbûyî de yekem car, li heft cîgehan sindoqên helbijartinan hatine danîn ku ti carî ew qas nebûbûye.

Xetîbzade herwiha got: îdiaya din eva ye ku Îranê li Amerîkayê ti sindoqeke dengan tineye, eva îdiayeke derew e. Her çend têkiliya me ya siyasî bi Amerîkayê re tune, lê li 24 deverên vî welatî sandoqên me hene.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê di dewamê de got: Di çend mehên borî de, li hin welatên Ewropî û heta li yên Asyaya dûr jî, ev çend meh in ku balyozên me, bi riya gelek têbinî û muzakireyan, îzna danîna yek an du sandoqên hilbijartinê standine bi şertê ku protokolên tendirustiyê li welatê mêvandar berçav bigirin.

Xetîbzade diyar kir: Di warê hilbijartina serokomariya Îranê de bi tevahî 234 sandoq li welatên derve hatine danîn, ku bi rastî di vê atmosfera koronayî de bêhempa ye.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên di dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.

Serepeyv