Hezîran 16, 2021 23:36 Asia/Tehran
  • Seîd Celîlî xwe ji hilbijartina serokomariya Îranê paşda kişand

Seîd Celîlî, berbijarê 13-emîn dewra hilbijartina serokomarî ya Îranê, bi beyanameyekê dev ji namzetiya xwe ya ji bo hilbijartina serokomariya Îranê berda.

Li gorî IRNAyê îro Çarşemê, Seîd Celîlî di vê beyanama xwe de xîtabî neteweya Îranê nivîsî: Niha ku beşek mezin ji civakê li aliyê Seyîd Îbrahîm Reîsî ye, hêvî eva ye ku gişt bawermendên Bereya Înqilabê bi gavên bilind û îstem ji bo gava duyem a Înqilaba Îslamî pêş ve heren û berpirsyariya vê rêka mezin bispêrin kesekî ku bawer dikin. 

Celîlî her wiha got: "Avakirina hukûmetek şoreşger pêşengiyek e ji bo derketina hemî qabîliyetên gel û aqilmendên civakê û nabe ku em heta rojek jî di riya vê cîhada berfireh û gerdûnî de ji bo pêşveçûan lezgîn a Îrana ezîz ji dest bidin. "

Pêştir, Elî Riza Zakanî û Muhsin Mêhr Elîzade xwe ji hilbijartina serokomariya Îranê ya 13-an paşda kişandibûn.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê dê di 18ê Hezîrana 2021 de were lidarxistin.

Serepeyv