Hezîran 16, 2021 21:07 Asia/Tehran
  • Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî: Gel dê roja Înê bi beşdariya girseyê Nizama Îslamî bi romet bikin

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî got ku gelê Îranê dê bi beşdarîya bi coş û girseyî li hilbijartinên roja Înê Pergala Îslamî bi rêz û bi romet bikin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî Hz. ayetullah Xamineyî  îro di axaftinek televîzyonî de, got: Di kêmtirî ji 48 saetan de, bûyerek girîng dê li welêt biqewme, anku hilbijartina serokomartiyê û hilbijartina meclîsên bajar û gundan.

Hz. ayetullah Xamineyî got, "Bê guman, çarenûsa welêt di hin deman de di hemî waran de, di warên aborî, pirsên çandî, ewlehî, tenduristî û hwd maye ser karê ku hûn gelê Îranê bi hezkirina Xwedl teala wê di roja Înê de cih bînin. Hûn bi hebûn û beşdariya xwe û dengê xwe, hûn ê di hemî meselên sereke de çarenûsa welat diyar bikin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî herwiha got: Hebûn û beşdariya gel di pergala Komara Îslamî de xwediyê prensîbek xurt û xwediyê belgeyek bawerpêkirî ya fikirî ye û tenê meseleke siyasî nine. Bê guman, sûdên siyasî yên beşdarî û hebûna gel li meydanê gelek in, lê ji bilî vana û ya girîngtir jî, prensîpa felsefeya hebûna gel di pergala Komara Îslamî de ye. Anku, li Komara Îslamî, Komar yek perçe ye û Îslamîbûn jî yek parçe ye û heke Komar tune be, Komara Îslamî bê wate ye û pêk nayê.

Hz. ayetullah Xamineyî got: Armanca dijmin ev e ku ev hilbijartin li gorî xwesteka Komara Îslamî ve û bi rengek guncan neyên meşandin, anku divê gel xwe ji pergalê dûr bixe. Ji ber ku tunebûna gel di hilbijartinan de bi xwezayî dûrbûna wan ji pergala Komara Îslamî ye û ev armanca wan e.

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Gel bitûm nîşan dayê ku wan berevajî ya ku dijmin dixwest kirine hem di warê hilbijartinan de û hem jî di warê xwepêşandan û mijarên din de. Vê carê jî, bi hezkirina Xwedê teala, gel wê amade bibe û bi îzna Xwedê teala ew ê rûmetê bidin pergala Komara Îslamî.

Serepeyv