Hezîran 16, 2021 20:18 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Neteweya îranê di şerê aborî yê ferzkirî de li ber dijmin sekinî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî got: Netewya Îranê eva sê sal û nîv e ku ji ber şerê aborî ketiye ber zehmetî û dijwariyên zav, lê karî ku li ber dijmin bisekine.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyona Îranê; Hesen Rûhanî di civîna desteya wezîran de got: "Di dema sê sal û nîv şerê aborî û sizayên dijî Îranê de, di pir rewşan de, me gef û tehdîd kirin fersend an ew ji holê rakirin."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku di van sê sal û nîvan de me nekaribû neftê ji bo budçeyê bikar bînin û sala par para budceyê ji neftê 12,000 mîlyar tûman an ji sedî 2,5 bû: Di van şert û mercan de, me budceya bê neft birêve bir, ti kesî nedifikirî ku em bikarin budceyek bê neftê birêve biben.

Rûhanî got, "Li şûna ku di budceyê de neftê bikar bînin, me par û pişkên hikûmetê şeş qat zêdetir ji yên sala berî wê firot û ew peymanek mezin bû,"

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku dewlet û netew bi hev re xebitîn û ev kar kirin û got: Neteweya me zehmetî û çetinahiyên zav dîtin, lê qahêm û îstem li ber dijmin bisekinin.

Rûhanî tekez li ser giringiya beşdarbûna hilbijartinên dahatî kir û got: "Van rojan, mesela herî girîng ku em pê re rû bi rû ne, hilbijartina roja înê, 18ê Hezîranê ye; Hertim hilbijartin ji me re girîng û qedersaz bûne."

Serokomar Rûhanî desnîşan kir: Komartî yek ji destkeftiyên Şoreşa Îslamî ye û divê em hemû jê re rêz bigirin û wê biparêzin.

Serepeyv