Hezîran 16, 2021 10:59 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: NATO û G7 ne xwediyê pozîsyonek serwer in

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seîd Xetîbzade Komara Îslamî wekî lengergeha aştî û ewlehiya navçê hesiband û tekez kir: NATO û G7 bi dîroka xwe ya sosret û karesatbar li herêmê, di cîgeh û rewşekê de nînin ku şiretê li yên din bikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û televîziyona Îranê; Seîd Xetîbzade bertek nîşanî daxuyaniyê dawiyê ya NATO û G7 derbarê rexnekirina Îranê da û di rûpela xwe ya Tor Civakî de nivîsî: NATO û G7  bi dîroka xwe ya sosret û karesatbar li herêma me, te hed û cihgehek nînin ku şîretê li yên din bikin, bi taybet li Îranê ku wek lengergeha aştî û ewlehiyê li herêmê ye.

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Wek hev zanîna aliya mexdûr û aliyê xirabkar bi tenê nêzîkbûnek xelet û siyasî nîşan dike.

Xetîbzade xîtabî NATO û G7 got: Li şûna ku ji yên din re tewsiye bikî û li wan şîretê bikî, bi xwe pabendî qanûnên navneteweyî bibin.

Serepeyv