Rûhanî: Bila boykot û şerê aborî wek cinayeta bêdeng dijî mirovahiyê were naskirin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Bila boykot û şerê aborî wek cinayeta bêdeng dijî mirovahiyê were naskirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna roja Sêşemiyê ya Erkantiya Hevahengiya Aborî ya Dewletê da got: Pêwîst e ku jibo haydariya giştan belgeya cinayeta sepandina şerê aborî û sepanderên boykotên giştalî û kêmdîtî were weşandin da ku gişt cîhan ji cinayeta dijî mirovahiyê ya dewleta Trump dijî gelê Îranê haydar bibe.
Rûhanî tevî amajeya bi dûhatên şerê aborî û bandora wê li ser pêşketina aborî ya welêt û jiyana gel got: Cinayeta dijî mirovahiyê bi awayê normal di raya giştî da beranberî şer û pevçûna leşkerî tê zabnîn; Di rewşekê da ku boykot û şerê aborî jî divê wek cinayetek bêdeng dijî mirovahiyê were zanîn û tomarkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran wek qurbaniya vê kiryara nemirovî, dê belgeya cinayeta boykotkeran ji cîhanê ra raber bike.