Hezîran 15, 2021 00:51 Asia/Tehran
  • Zerîf:Rejîma ku li ser bingeha êrişkarî û dagirkeriyê ava bibe zêde dom nake

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got:Rejîma ku li ser bingeha êrişkarî û dagirkeriyê ava bibe zêde dom nake.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro di rupela Twitterê de nivîsî: Piştî şer û êrişek dirêj li dijî Fîlîstîniyan û gefxwarina li Komara Îslamî ya Îranê, naha ew zalim (Benjamin Netanyahu) ketiye û ew Xeze ye ku ala serfiraziyê hildaye û Îran jî di riya xwe ya serbilindî û şerefê de berdewam e.

Mihemed Cewad Zerîf herwiha got: Reneg kesên ku piştî wîtên hîn bibin Rejîma ku li ser bingeha êrişkarî û dagirkeriyê ava bibe zêde dom nake.

Parlamenta Rejîma Siyonîst (Knesset) piştî gelek nakokî û aloziyan şeva çûyî (Yekşem) bi 60 dengên erê û 59 dengên na dengê baweriyê da kabîneya nû bi serokatiya Naftali Bennett û Yair Lapid û Netanyahu piştî 16 salan ji serokwezîriyê dûr xist û Neftalî Bennett danî dewsa wî.

Serepeyv