Xetîbzade: Biryarnama 2231 bernama mûşekî ya Îranê sînordar nake
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Biryarnama 2231 bernama mûşekî ya Îranê sînordar nake.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di press konferansa xwe ya hefteyê de di bersiva pirsa danezana serokên Grûpa Heft G7 ya li dijî bernama mûşekî ya Îranê de got: Mûşekên balîstîk û serikên nukleerî ne di rojeva Îranê de ne û îdiayên wisa yên nerast dê bibe sebeba bê hitbariya dewekarên hanê, ji ber vê yekê çêtir e ku welatên endamên G7 soz û peymanên xwe bicîh bînin.
Xetîbzade derbarê danûstandinên Viyena û rêkeftina di navbera Îran û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî de got: Rêkeftina me teknîkî ye û me di çarçêva cîbicîkirina biryara Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê de destûra derveyî Peymana Zêrevanî û Parstinê nedaye wan; Em ne reşbîn in ku em ê di mehekê de bigihîjin encamê; Heke em negihîjin jî, ew biryarek navxweyî ye ku rewş berdewam bike û kamêran paqij bike an na.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê anî ziman ku pêdivî ye Amerîkî misoger bikin ku serdema Trump dubare venagere û di dewamê de got: gotûbêj ser vê yekê ku çawa Amerîka dikare sozên xweî bicîh bîne û çawa Îran dikare kiryarê ku li hemberî boykotan bicih tîne rawestîne berdewam dikin û eva nîşan dide ku gotûbêj nexitimîne; danûstandin di riya xwe de pêşve diçin û aliyên gotûbêjê bi cidî danûstandinên xwe berdewam dikin û ger wisa pêşve here me ê li ser metinekê li hev bikin.
Xetîbzade têkildarî bandora hilbijartina serokomariya Îranê ser gotûbêjên Viyanayê got: Ya ku li Viyanayê diqewime tu têkiliya xwe bi hilbijartin û geşedanên navxweyî yên Îranê re tune; Pêdivî ye ku li ser van mijaran li paytextan biryarek siyasî were girtin û heke ew bê girtin, vegera ser Rêkeftina Navokî gengaz e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser 3 milyon û nîv ji Îraniyên derveyî welat ku dikarin dengê xwe bidin û desnîşan kir ku wezareta derve bona lidarxistina hilbijartinên serokomariya Îranê li derve amade ye û got: Hikûmeta Kanadayê derbarê lidarxistina hilbijartinên hanê ti hevkariyek nake, Îranê li 24 eyaletên Amerîkayê sindoqên dangan datîne û îraniyên Kanadayê jî dikarin bêne ser sînorê hevpar ê Amerîka û Kanadayê û dengê xwe bi8din.