Hezîran 14, 2021 14:39 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Şiyana hêzên çekdar ên Îranê ji bo pêşîgirtinê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Şiyan û karîna hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tenê ji bo bergirî û parastinê ye ku êrişkr û desdirêjkara poşîman dike; Îran hêzek e ku ewlehiya herêmê ji bo xwe û cîranên xwe garantî dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî di merasima beherwergirtina ji projeyên neteweyî yên wezareta  Parastinê got: Di heyşt salên borî de, hêza parastina hewayî ya Îranê ji her demê zêdetir bûye.

Rûhanî got: Di vê heyamê de çekên parastina hewayî ya herî nûjen hatine çêkirin û kapasîteya mûşekî ya welêt ji berê pir bihêztir bûye. Di vê heyamê de, me di warê papor, keştiyên binavê û mûşekên hewce ji bo Hêza Deryayî de gelek karîn û jêhatîbûn bi dest xistine û bira mûşekên Cruse ên deryayî ji  300 Km me gihandiye 1000 Km  û îro şiyan û karîneke ber bi çav di destê hêzên çekdar ên welêt de heye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser şiyanên welêt di warê hêza hewayî de, wek çêkirina balafirên şer ên Koser,  motorên balafiran û her weha di warên tranzîta hewayî û helîkopteran û zirêhî de û got: Roja Îro, Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî du hêzên çekdar in ku gişt çek û alavên xwe yên cengê bi xwe çêdikin û li ser lingên xwe sekinîne û bi îmkanên hikûmet û Wezareta Parastinê roja îro em dikarin parastina xwe bikin û welatê xwe bêyî hewcedariya li biyaniyan biparêzin.

Rûhanî tekez kir: "Şiyana hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tenê ji bo bergirî û berevaniyê ye ku dikare êrişkaran poşman bike û dewleta Îranê û hêzên me yên çekdar tu carî neketiye fikiraviya ku êrîşî welatekî din bike."

Serepeyv