Hezîran 08, 2021 10:29 Asia/Tehran
  • Bersiva Zerîf ji Blinken re: Paragrafa 36-an a Rêkeftina Navokî bixwîne

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di bersiva wezîrê derve yê Amerîkayê de ku gotibû ne diyar e Îran ji bo vegera ser Rêkeftina Navokî amade bibe an jî vê yekê bixwaze, got: Pêdivî ye tenê paragrafa 36 bixwînî.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Wezîrê derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bêyî berçavgirtina vê yekê ku welatê wî Rêkeftina Navokî binpê kiriye di civîna guhdarîkirina ya li Komîteya Karên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê de îdia kir ku hîn ji me re diyar nîne ka Îran amadeye vegere ser Rêkeftina Navokî ya na, gelo qey dixwaze vî karî bike an na?.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf di bersiva vê îdiaya Blinken di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî: "Hîn nezelal e gelo serokomarê Amerîka û Blinken amade ne ku dev ji polîtîkaya 'zexta herî zêde' ya Trump û Pompeo berdin û dev ji bikaranîna terorîsma aborî ji bo danûstandinê berdin . Îran pabendî Rêkeftina Navokî ye. Tenê pêwîst e hûn paragrafa 36 bixwînin. "Dem dema guhertina rê ye."

Li gorî bendên 26 û 36 yên Rêkeftina Navokî, mafê Îranê heye ku berpirsiyariyên xwe bi tevahî an jî qismî bide sekinandin heke aliyê din peywirên xwe bicîh neyîne.

Serokê berê yê  Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê, 8ê Gulana 2018an, bi yekalî ji peymana navneteweyî ya Navokî vekişiya û dubare boykot û sizayên nukleerî li dijî Îranê vegerandin. Salekê piştî vê yekê Îranê li gor bendên hanê yên Rêkeftina Navokî di pênc qonaxan peywirên xwe li gor vê rêkrftinê kêm kirin û ragihand ger Amerîka vegere ser Rêkeftinê amadeye bitûm peywirên xwe bi cih bîne. Di vî halî de ti qeyd û şertekê zêde ji Rêkeftina Navokî qebûl nake. 

Serepeyv