Hezîran 04, 2021 23:35 Asia/Tehran
  • Zerîf xîtabî Robb: Divê Amerîka dev ji şerê aborî berde û wekî darê destan jê îstifade neke

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê îşev li ser Twitterê ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê Brîtanî Dominique Robb re peywendiyek têlefonî pêk anî û diyar kir ku di vê hevpeyvînê de diyar kir ku divê Amerîka bi tevahî vegere ser peywirên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî û hewl bide ku şerê aborî yê li dijî Îranê wekî amûrek ji bo danûstandinan bikar neyne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, "Mihemed Cewad Zerîf" herwiha diyar kir ku di vê peywendiya têlefonî de, her du aliyan li ser hewcetiya ji nû ve pabendbûna tev Rêkeftina Navokî li hev kirin.

Zerîf destnîşan kir ku wî digel Wezirê Karên Derve yê Brîtanyayê mijarên dualî û konsolosî jî gotûbêj kiriye.

Gulana 2018-an, di dema serokomartiya "Donald Trump" de, Waşîngton bi yekalî û neqanûnî xwe ji Rêkeftina Navokî vekişand, û ji hingê ve, digel vegerandina sizayên navokî, wê sizayên berfereh jî sepand da ku zexta herî zêde bide ser Tehranê.

Serokê nû yê Amerîka Joe Biden siyaseta berê ya Qesra Spî li hember Îranê rexne kir, lê got ku vegera wî bo Rêkeftina Navokî maye ser Îranê ku gişt pêwerên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî cih bîne, bê ku bêje kîjan hukûmat ji Rêkeftina Navokî derketiye.

Komara Îslamî ya Îranê tekez dike ku "ew dê vegere ser berpirsiyariyên xwe dema ku Amerîka hemî boykotan rake, ne bi devkî an li ser kaxezê, belkî divê di pratîkê vî karî bike û ev rakirina sizayan ji hêla Îranê ve were piştrastkirin."

Serepeyv