Hezîran 04, 2021 22:34 Asia/Tehran
  • Li Kurdistana Îranê 4 çiyagerên kurd di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dan

Li ser rêya navbera Seqiz û Merîwana li Kurdistana Îranê otobusek wergeriya û di encama bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a IRNAyê ragihand; Berpirsê Beşa Hawarçûnê ya Nexweşxana Seqizê ragihandiye; Vê sibê 4ê Hezîrana 2021ê di encama bûyera trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha berpirsê tendirustiyê eşkere kiriye ku rewşa tendirustiya hejmarek birîndaran xirab e û îhtimala zêdebûna qurbaniyan heye.

Li gor zanyariyên ku li ser medyaya civakî belav bûne, rêwiyên di otobusê de endamên grûpeke çiyager a ser bi Encûmena Sewz a Çiyayê Merîwanê bûne.

Serepeyv