Hezîran 04, 2021 09:42 Asia/Tehran
  • Zerîf: Netanyahu jî tevlî zibilxana dîrokê bû; Îran serbilind sekiniye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser çûna Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ji deshilatê û nivîsî ku ew jî tevlî zibilxana dîrokê bûye.

Li gor Fars Newsê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê, bertek nîşanî bidawîbûna Serokwezîriya Benjamin Netanyahu di nav Rejîma Siyonîstî de, da.

Zerîf di vê twîteyê de Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump û du şêwirmendên wî yên dij-îranî yanî John Bolton, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê berê li Qesra Spî, û Wezîrê Derve yê berê Mike Pompeo jî wekî hevpişkên Netanyahu di siyasetên dijî Îranê dan zanîn.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di twîta xwe de nivîsiye: "Netanyahu bi hevkarên xwe yên rezîl ên dij-Îranî re yanî Bolton, Trump û Pompeo bû hevsefer ber bi zibilxana dîrokê. Lê Îran hîn jî serbilind sekiniye. Ev qedera çend hezar sal in ku ji bo hemî kesên ku dixwestin zirarê bidin îranîyan dubare bûye. Dem dema guhertina rê ye.

Medyaya Siyonîst şeva Çarşemê ragihand ku derfeta ku Serokê Îsraîlê ji bo pêkanîna hikûmetê dabû Benjamin Netanyahu qediya, loma bi razîbûna Yair Lapid, serokê partiya Yeş Etid, bi beşdariya lîsteya Erebî ya hevbeş di nav hevpeymaniya pêkanîna hikûmetê da êdî rê ji bo pêkanîna kabîneya Rejîma Siyonîst serast bûyede .

Serepeyv