Rûhanî girîngiyê dide berfirehkirina hevkariyên di navbera Îran û Senegal de
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî li ser berfirekirina têkilî û hevkariyên Îran û Sengalê di çarçêva xêr û tenahiya du neteweyan tekez kir.
Li gor IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di peyamekê ji bo serokomar4ê Snegalê têkiliyên dîplomatîk yên 50 salî di navbera Îranê û Sengelê de pîroz kir û got: Berdewamya derbaskirina serkevtî ji dijwarî û tehdîdên li pêşberî hevkariyên dualî û navneteweyî, girêdayî têkiliya avaker, hevkarî û pêwendiyên hevpar a di navbera her du welatan de ye.
Rûhanî bal kişande ser vê yekê ku di nîv-dessala borî de du welatên dost û bira, ji têkiliyên baş ên dîrokî, hevpar û hînkirinên olî û çandî sûd werdigirin û di çarçoveya rêzgirtina ji hevûdu de, ji bo geşkirina têkilî û hevkariya di navbera xwe de gavên mezin avêtin. Di dewamê de Rûhanî hêvîdariya xwe diuyar kir ku ev riya dîrokî ji bo xêr û kara du neteweyan berdewam bike..