May 31, 2021 23:34 Asia/Tehran
  • Dewra 5'an a danûstandinên Viyanayê yên dawî ye, pirsgirêk li ser maseyê ne

Balyozê Rûsya yê li Viyanayê Mikhail Ulyanov, got dewra niha ya danûstandinê bi Îranê re ya dawî ye û diyar kir ku li ser gera 6’an lihevkirin çênebûye. Îranê jî destnîşan kir ku hin pirsgirêk hene ku danûstandin li ser berdewam in.

Nûnerê rûsî demekê berê xweşbîniya xwe der barê encama danûstandinan de diyar kiribû, hêvî dikir ku lihevkirineke di zûtirîn dem de pêk were. Her wiha destnîşan kir ku dibe tûra 5’an a dawî bibe.

Li paytexta Avusturya Viyanayê, danûstandinên navokî yên Îranê û Koma 4+1 berdewam dikin û hemû alî di van danûstandinan de qala pêşketinên girîng dikin.

Îran ji aliyê xwe ve ragihand ku nîqaşên giştî ji bo çareserkirina nakokiyên sereke pêk hatin, lê di heman demê de eşkere kir ku hin pirsgirêk hene ku danûstandinên der barê wan de têne kirin.

Nûnerê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya ji bo siyaseta derve Enrique Mora xweşbîniya xwe der barê lihevkirinê de li ser danûstandinan anî ziman.

Serokê Şandeya danûstandinan a Amerîka li Viyana Robert Malley jî destnîşan kir ku danûstandin avaker in, di heman demê de got gelek kar heye divê werin kirin.

Çavkaniyên Îranê jî ku van danûstandinên dişopînin diyar kir ku Amerîkayê hîna jî rakirina tevahî cezeyan red dike.

Serepeyv