Rahênan û amadebûna tîma futbolê ya neteweyî ya Îranê li Girava Kîşê
May 31, 2021 16:25 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê beşdarî kampa rahênanê ya Girava Kîşê bû li parêzgeha Hormozgan, başûrê Îranê, bi armanca amadebûna ji bo pêşbirkên vegerê yên tûra yekem a pêşekiyê ya Kûpaya Cîhanê.
Li gorî Îran Press; Lîstikvanên tîma futbolê ya neteweyî ji Pêncşema borî li kompleksa werzîşê ya Olîmpîkê li Girava Kîşê dest bi rahênana xwe kirin û biryar e ku roja Duşemê ji Girava Kîşê biçin Manama Behreynê.
Biryar e ku tîma neteweyî ya futbola Îranê li Behreynê bi tîmên futbolê yên Hong Kong, Bahreyn, Kamboçya û Iraqê re rûbirû bibe.