Tîmeke terorîstî li parêzgeha Azerbaycana Rojava hat jinavbirin
May 30, 2021 18:42 Asia/Tehran
Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) a Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand ku Tîmeke terorîstî li parêzgeha Azerbaycana Rojava hat jinavbirin.
Li gorî rapora Al-Alamê, Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) a Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Têkoşerên Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) a Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî şeva borî (şemî) digel tîmeke şerût û dijî înqilabê ku dixwest ji sînorê Pîranşarê derbasî Îranê bibe, kete pevçûnê.
Di vê pevçûnê da du terorîst hatin kuştin û hejmareke çek û muhîmatan ji wan hat desteserkirin.