Rûhanî: Li Îranê her diçe hejmara pêketî û pêmiriyên Koronayê kêm dibe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî anî ziman ku şukra Xwedê hewldan û xebatên me bûne sedem hejmara pêketî û pêmiriyên Koronayê her ku diçe kêm dibe û di dewamê de got: Hemî hewldanên me ev e ku di warê Korona de em bikarin heya dawiya vê hikûmetê de li welêt aramî û hêsayiyekê pêk bînin.
Rûhanî îro di cîvîna Navenda Pêşîlêgirtina Pandemya Koronayê ya Neteweyî de anî ziman ku di van 16 mehên borî de gişt hewldan û xebatên me ji bo vê yekê bû ku em têra xwe li ber destê xelkê amûr û teşkîlkatên pêdivî bona jinavbirina nexweşia Koronayê dabîn bikin û xelk jî bi rehetî bikarin protokolên tendirustiyê ber çav bigirin da ku pêleke nû ya pandemya Koronayê çê nebe û di dewamê de got: Mixabin, gelek mutasyonên vê vîrusê û hatina vîrusa Brîtanî nav welêt bûn sedema rûbirûbûna bi pêla çaremîn a nexweşiyê, ku eva bi xwe bû sedema gelek pirsgirêkan.
Rûhanî têkildarî pêvajoya derzîlêdanê vaksîna Koronayê ya li welêt tekez kir ku heya niha me 5 mîlyon dozên vaksîna Koronayê xistine ber destê zanîngehên Pizîşkî û nêzîkî 3 mîlyon dozên vaksînê jî hatine lê danê û di dewamê de got: Yek ji şanaziyên vê hikûmetê ev e ku derzîkirina vaksîna Koronayê li gorî bernama ku di belgeya derzîlêdana neteweyî de hatî diyarkirin û li gorî pêşanîyên hatine destnîşankirin bêpere tê kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi tekezkirina ser vê yekê ku em çi ji destê me tê ji bo kirîn û hilberîna vaksîna Koronayê dikin û got: Sektora taybet, digel ku destûrên pêwîst ji bo anîna vaksîna Koronayê stendiye, lê heya nuha serketî nebûye û ev nîşan dide ku berevajî fikra ku têkirin, vaksîna Koronayê li cîhanê zêde nîne û amadekirina wê bi pirsgirêk û astengiyan re rû bi rû ye.
Rûhanî her wiha destnîşan kir ku hukûmetê di warê rakirina sizayan de gavên mezin avêtin û gavên dawî jî tên avêtin.