May 27, 2021 14:36 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî: Yên ku neçûna ser sindoqan teşwîq dikin ne dilşewat û xêrxwazên gel in

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê ber bi Neteweya Îranê tekez kir: Yên ku neçûna ser sindoqên dengan teşwîq dikin ne dilşewat û xêrxwazên gel in.

Li gorî Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Berhemên Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Hz. ayetullah Xamineyî, îro (Pêncşemî) di yekemîn salvegera destpêkirina meclisa 11-an de, bi riya pêwendiya vîdyoyê digel nûnerên gel li meclisa şêwra îslamî peyivî.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî xîtabî gelê Îranê tekez kir: "Bila em li pey gotinên ewên ku dibêjin çûna ser ser sindoqên dengan bê feydeye dikin û neçin deng nedin, em naçin ser sandoqan, neçin û guh nadin wan, vana xêra gel naxwazin."

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ragihand: Beşdarê hilbijartinan bibin, bizanin ku hilbijartin ya we bi xwe ye û bi rastî jî aîdê we bi xwe ye û ji Xwedê alîkarî û rênimûniyê bixwaze da ku we rast û berheq rêve bibe da ku  kesê jêhatî  bi çûyîna ser sindoqên dengan hilbijêrin.

Endamên Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê di destpêka her rûniştina parlamentê de diçûn serdana Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî, Hz. Ayetûllah Xamineyî, lê ji ber pandemiya Koronayê û belavbûna vê vîrûsê, par û îsal ev civîn bi forma vîdyo konferansê hatibû lidarxistin.

Ev civîn bi axaftina Mihemed Baqer Qalibaf, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dest pê kir.

Serepeyv