Destpêka hevdîtina vîdyoyê ya Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî digel endamên meclisa şêwra îslamî ya Îranê
May 27, 2021 13:58 Asia/Tehran
Civîna salane ya endamên meclisa şêwra îslamî ya Îranê bi riya pêwendiya vîdyoyî digel Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tê lidarxistin.
Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilabê, endamên Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, îro Pêncşemê, bi riya vîdyo konferansê bi Hz. ayetullah Xaminêyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî re civiyan.
Endamên Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê di destpêka her rûniştina parlamentê de diçûn serdana Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî, Hz. Ayetûllah Xamineyî, lê ji ber pandemiya Koronayê û belavbûna vê vîrûsê, par û îsal ev civîn bi forma vîdyo konferansê hatibû lidarxistin.
Ev civîn bi axaftina Mihemed Baqer Qalibaf, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dest pê kir.