Zerîf: Îran ji bo Afrîqa şerîkeke pêbawer e
May 26, 2021 01:26 Asia/Tehran
Wezîr karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro hevdemê Roja Afrîqayê ragihand: Îran ji bo Agişt dost û hevalên xwe li frîqayê şerîkeke pêbawer e.
Li gor Fars Newsê, Mihemed Cewad Zerîf îro li Bakûyê ku ji bo gotûbêja bi rayedarên Komara Azerbaycanê li wir e, hevdemê Roja Afrîqayê Twittek nivîsand û ev roj li gelê Afrîqayê pîroz kir û desnîşan kir Îran serkevtina Afrîqayê li hemberî serdestxwaziya cîhanê pîroz dike û diyar dike ku hertim li kêleka Afrîqayê ye.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: "Gava Covid-19 cîhanê wêran dike, em dîsa li dijî apartheid şer dikin û vê carê jî dijî apartheida vaksînê ne".
25ê Gulanê salvegera damezrandina Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê wek Roja Afrîkayê hatiye binavkirin.