May 25, 2021 16:04 Asia/Tehran
  • Ragihandina navên namzetên hilbijartina serokkomariya Îranê ji aliyê Wezareta Navxwe

Navenda hilbijartinên Îranê piştî standina nama Encûmena Parêzvana Qanûna Bingehîn derbarê pejirandina hêjatiya 7 berbijaran, navên wan eşkera kir.

Li gor IRNAyê, Navenda hilbijartinên Îranê îro bi weşandina daxuyaniya xwe ya 15-an diyar kir: Li gorî xala 60-an a Zagona Hilbijartinê ya Serokomariyê, navên namzetên ji bo 13-emîn dewra serokatiya Komara Îslamî ya Îranê, yên ku şarezatiya wan ji hêla Encûmena Parêzvana Qanûna Bingehîn ve hatî pejirandin, bi rêza alfabeya farsî wiha ne: Seîd Celîlî, Muhsin Rizayî Mîrqayid, Seyd Îbrahîm Reîsî, Elîreza Zakani, Seyd Emîr Husên Qazîzadeh Haşimî, Muhsin Mehr Elîzadeh û Ebdulnasir Himetî.

Li gorî xala 66-ê ya qanûnê, hewldan û kampanyaya hilbijartinê ya namzetên serokomariyê bi fermî ji roja ragihandina navên wan ji hêla Wezareta Karên Hundir ve dest pê dike û 24 saetan berî destpêkirina dengdanê diqede.

Li gor vê yekê Elî Larîcanî, serokê berê yê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Îshaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokomarê vê demê, Mesûd Pizişkiyan nûnerê meclisê, Muhemed Şerîetmedarî wezîrê Teawun , Kar û Tenahiya Civakî, Seîd Muhemed fermandeyê berê yê biryargeha Xatem el-Enbiya (S)  di nav kesên ku şarezatiya wan hatiye piştrastkirin tinen.

Hilbijartina serokkomariya Îranê ya 13-emîn û hilbiartinên konseyên bajar û gundan ên Îranê dê di 18ê Hezîrana 1400-an de werin lidarxistin.

Serepeyv