May 25, 2021 15:34 Asia/Tehran
  • Kedxodayî: Hêjatiya 7 kesan ji bo berbijariya Hilbijartinên serokomariyê hat pejirandin

Berdevkê Konseya Gardiyan got ku ji Wezareta Navxweyî re nameyek şandiye ku navê heft berbijarên jêhatî yên hilbijartina serokomariyê ya 13-an tê de ye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, "Ebas Elî Kedxodayî", berdevkê Encûmena Parêzvana Qanûna Bingehîn, got: hilkolandina jêhatîbûna berendamên hilbijartinên serokatiyê roja Duşemê li Encûmena Parêzvana Qanûna Bingehîn bi dawî bû. Di encamê de hêjatiya Seyd Îbrahîm Reîsî, Elîreza Zakani, Muhsin Rizayî, Muhsin Mehr Elîzadeh, Seîd Celîlî, Ebdulnasir Himetî û Seyd Emîr Husên Qazîzadeh Haşimî hat piştrastkirin.

LI gor vê yekê Elî Larîcanî, serokê berê yê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Îshaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokomarê vê demê, Mesûd Pizişkiyan nûnerê meclisê, Muhemed Şerîetmedarî wezîrê Teawun , kar û tenahiya civakî, Seîd Muhemed fermandeyê berê yê biryargeha Xatem el-Enbiya (S)  di nav kesên ku hêjatiya wan hatiye piştrastkirin tinen.

Hilbijartina serokkomariya Îranê ya 13-emîn dê di 18ê Hezîrana 1400-an de were lidarxistin.

Serepeyv