May 24, 2021 15:41 Asia/Tehran
  • Zerîf dê berê xwe bide bakû û Yêrîvanê

Wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê dê biçe van du welatan.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê sibe Sêşemiyê, 25ê Gulanê di çarçova şêwirînên berdewam ên du navbera Îranê û Komara Azerbaycanê dê biçe vî welatî û bi rayedarên payebilind ên vî welatî ra bicive.

Şêwirîna derbarê dawîn alûgorên têkiliyên dualî û mijarên herî girîng ên navçeyî û navneteweyî ji armancên vê seferê ne.

Wezîrê karên derve yê Îranê dê piştra biçe Ermenistanê û bi rayedarên vî welatî ra li Yêrîvanê bicive.

 

Serepeyv