May 24, 2021 00:44 Asia/Tehran
  • Îmhakirina sê tîmên terorîstî li parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Azerbaycana Rojava

Bi hewildanên leşkerên bênavûnîşan ên Îmam Zaman (as), sê tîmên terorîstî li parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Azerbaycana Rojavayê yên Îranê hatin ji hev belavkirin û hilweşandin.

Li gorî IRNA, Wezareta Îteleatê (Îstixbarat û Ewlehiyê) ya Komara Îslamî ya Îranê îro Yekşemê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku hêzên vê wezaretê li parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Azerbaycana Rojavayê sê tîmên terorîstî hilweşandin û sebebkarên teqîna terorîstî ya li Serawana Sîstan û Belûçistanê ku di encamê de ciwanekî nû gihêştî şehîd bûbû, hatin girtin.

Wezareta Îteleatê ragihand ku endamên vê Tîmê ser bi koma terorîst a Ceyş El-Zulmê ne ku welatî biyanî perwerde dibin. 

Wezareta Îteleatê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku hin çek ji vê tîmê ku li hewl dide kiryareke din a terorîstî cih bîne, hatin stendin.

Di vê raporê de tê gotin, komek terorîst a din li parêzgeha Sîstan û Belûçistan a Îranê hate nas kirin û girtina wan pêşî li gelek kiryarên çewisandin û terorîstî girt.

Wezareta Îteleatê ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha ragihand: Tîmek din a çekdar ku ji Iraqê ji bo kiryarek terorîstî derbasî nav Îranê bûbû bi cidî hat şopandin û piştî pevçûnek çekdarî li devera sînorî ya Urmiyê du endamên wê hatin kuştin û yek jî reviya.

Serepeyv