Zerîf: Êrîş û desdirêjiya Rejîma Îsraîlê bêfeydebûna rêketina bi vê rejîmê ji bo asayîkirina têkiliyan îsbat kir
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku filistîniyan mafê xwe hene li ber zilma Rejîma apartheid a Îsraîlê li ber xwe bidin û got: Xespkirina taxên din ên Ereban ên li dora Mizgefta El-Eqsayê, bêwatebûna asayîkirina têkiliyên hin welatên Erebî bi rejîma Siyonîst re îsbat dike.
Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf di daxuyaniyekê de ku îro înê ji hêla Mecîd Textê-Rewançî nûnerê hertimî yê Îranê li Netewên Yekbûyî, li rûniştina Civata Giştî ya NY ya derbarê Filistînê hate xwendin, gotinên hanê raber kirin.
Zerîf herwiha got: Rejîma Îsraîlê li gorî siyasetên xwe yên cûdakarî û nîjadperestî yên apartheid ya bi navê "Dewleta Cihû" mafê çarenûsê ya Filistîniyan înkar kiriye. Wekî din, wê kiryar û provaksiyonên bêhempa bikar anîn da ku ji riya guhertina demografiyê lezgîniyê bide Cihûkirine Quds Şerîf û çareya vê yekê li nehêştina Xiristiyan û Misilmanên Filistînî li vî bajarê pîroz dibîne.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Di hefta borî de, hêzên îsraîlî zindana herî mezin a vekirî ya cîhanê li Zîvala Xezeyê bombebaran kirin û bi saya şerekî neberanber û zalimane û bi çekên herî pêşkeftî û hovane bi sedan Fîlîstînî şehîd û bi hezaran kes jî birîndar kirin û bi hezaran sivîl birîndar kirin. Herwiha vê rejîmê bi hezaran xanî hilweşandin, avahiyên niştecîh û bazirganî û rojnamevanan hilweşandin û gelek zirar gihandin binesaziya sivî û girîng. Rejîma SIyonîst bi binpêkirina eşkere û sîstematîkî ziyanên giran li mafên mirovan û hiqûqa mirovahî ya navneteweyî dane.
Zerîf bi bîr xist: Tevî van bipêkirinên eşkera ya mafên mirovan ji aliyê Rejîma siyonîstî û şehîd û birîndar û awarekirina bi hezaran filistîniyan ji aliyê vê rejîmê, Amerîka nahêle ku Konseya Ewlehiyê ya NY wezîfeya xwe di vê barê de bi cih bîne.
Zerîf herwiha siyaseta welatên rojavayê derbarê filistîniyan û cinayetên Rejîma SIyonîst li dijî filistîniyan şermezar kir.