Zerîf: Berdewamkirina sizayên Trump wek darê destan ji hêla rêveberiya Biden ve nayê qebûl kirin
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: Berdewamkirina sizayên neqanûnî û nemirovane yên Trump wek darê destan ji hêla rêveberiya Biden ve nayê qebûl kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranêêvara borî li gotûbêja telefonî bi berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Joseph Borrell re hewldanên Borrell û hevkarên wî bi nirx dan zanî û sipasiya wan kir û domandina terorîzma aborî ya Amerîkayê di pênc mehên çûyî de û domandina binpêkirina pêsparteyên vî welatî derheq Rêkeftina Navokî bi şidet rexne kir.
Zerîf tekez kir ku domandina sizayên neqanûnî û nemirovane yên Trump wekî darê destan ji aliye rêveberiya Biden ve nayê pejirandin û guherînek bingehîn di vê rêgezê de wekî şertê pidivî ji bo serkeftina danûstandinên Viyenayê biryarek siyasî ye ku divê serokê Amerîkayê bide.
Tûra çaremîn a rûniştina Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî bi beşdariya şandên Îran û koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Brîtanyayê) êvara Çarşemê li Grand Otêla Viyena bi dawî bû. Di vê rûniştinê de serokên şandên welatên hanê pêşkeftinên di warê danûstandinan li dewra çaremîn de hilkolandin û derbarê qetandina riya pêşberî xwe ji bo lihevkirinê gotûbêj kirin.