Heta îro 20ê Gulana 2021ê - Derdora 2 miliyon û 290 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
May 20, 2021 15:01 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku heta niha 2 miliyon û 290 hezar û 613 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihandin ku di 24 saetên borî da 12428 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.
Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li Îranê bûye 2 miliyon û 804 hezar û 632 kesî.
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 299 kesan di 24 saetên bihurî da û ragihand:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 77 hezar û 994 kesî kesî."