May 20, 2021 00:29 Asia/Tehran
  • Rêkeftina Navokî mijara sereke ya gotûbêjên wezîrên derve yên Îran û Îrlandayê

Wezîrê karên derve yên Îran û Îrlandayê di hevdîtina xwe ya îro de li Dublîna paytexta vî welatî pêvajoya danûstandinê komîsyona hevbeş a Rêkeftina Navokî hilkolandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf  îro li Dublînê, paytexta Îrlandayê bi Wezîrê Derve yê vî welatî Simon Cavouni re civiya da ku li ser mijarên girîng ên têkiliyên dualî, herêmî û navneteweyî gotûbêjê bike. 

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di vê civînê de, peywendîyên her du welatan girîng bi nav kir û pêşwazî li amadekarîyên Îrlandayê di warê vekirina balyozxana vî welatî li Tehran û şandina balyoz kir.

Zerîf herwiha tekez kir ku Îran hez dike têkiliyên xwe bi Îrlandê re di warên siyasî û aborî bi taybet di warê cotkarî, teknolojiya lêzanîna û zanistê berfireh û berdewam bike.

 Wezîrê Derve yê Îrlandayê Simon Cavouni jî di vê hevdîtinê de diyar kir ku welatê wî dixwaze hevkariyên xwe bi Îranê re berfire ke û hez dike ji zirûfa endametiya nedayim a di nav Konseya Ewlekariya Navneteweyî de û serastkirina riya cihanîna biryarnama 2231 ya vê Konseyê  bona hevkriyan behreya herî zêde bibe.

Geşedanên dawî yên têkildarî guftûgoyên li Viyenayê, geşedanên vê dawiyê yên li Filistînê û ravekirina nêrîna Komara Îslamî ya Îranê li bara lidarxistina referandûmê li Filistîna dagirbûyî bi beşdariya hemî Filestîniyan ji her bawerî û olekê, Geşedanên li Yemen, Iraq, Efganistan, Libnan, Sûriye û Qerebaxê û her weha mijarên têkildarî pêvajoya dermankirin û rawestana li ber Koronayê û  vaksîna Koronayê, ji wan mijaran bûn ku wezîrên karên derve yên Îran û Îrlandayê li ser wan gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê di sêyemîn rêwîtiya sefera xwe ya Ewropayê de îro (Çarşemî) çû Dublin da ku digel karbidestên Îrlandî bicive û bipeyve.

Serepeyv