May 19, 2021 12:09 Asia/Tehran
  • Zerîf: Li ser domandina bazirganiya Îtalyayê ya bi Îranê re hevfikrî heye

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser twitterê nivîsî ku di axaftina bi serokên siyasî û karsazên Îtalyayê re li ser domandina bazirganiya bi Îranê re hevfikrî heye.

Li gorî IRNAyê, Zarîf di vê twîta xwe de nivîsiye: "Di gotûbêjên digel serkirdên siyasî û karsazên Îtalyayê de, li ser avantaja berfireh a Îtalyayê jibo domandina bazirganiya bi Îranê re lihevkirin û hevfikrî hebû."

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha nivîsiye: Civînên awarte bi Serokê Meclisa Nûneran  Roberto Fico;  bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Vito Petroçelli; bi Wezîrê derve Louis J.D. Mayo; bi Serokwezîrê berê Massimo Dalma û bi serokê Odeya Bazirganî ya Îran û Îtalyayê Zampini re pêk anîne.

Serepeyv