Teqeziya Rûhanî ser parastina tendurustiya gel jibo zêdekirina beşdariyê û bicoşbûna hilbijartinê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser parastina tendurustiya gel û zêdekirina beşdariyê û bicoşbûna hilbijartinê serokomartiyê teqez kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê êşemiyê di civîna serokên komîteyên pisporî yên Erkantiya Têkoşîna dijî Koronayê da got: Misogerkirina tendurustiya gel dê roleke girîng di zêdekirina beşdarî û bicoşbûna hilbijartinê hebe.
Rûhanî her wiha got: Gel divê piştrast be ku di qonaxên cûrbicûr ên teblîxat û lidarxistina hilbijartinê tendurustiya wan hatiye misogerkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Gişt hewl û xebata di cihanîna karên têkildarî hilbijartinê divê bi awayekî be ku parastina can û tendurustiya gel di yekemayetî û ewiliyetê da be.
Rûhanî destnîşan kir: Divê rê li ber her kiryarekê ku tendurustiya gel di hilbijartinê da dixe ber xeterê were girtin.
Dora sêzdehem a Hilbijartina serokomartiya Îranê, dê roja 28ê Xordada 1400î were lidarxistin.