May 17, 2021 23:10 Asia/Tehran
  • Zerîf bi Papa Francis re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi Papa Francis re civiya û gotûbêj kir.

Li gor IRNA, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Pap Francîs di vê hevdîtinê de derbarê pêwendiyên du alî û guherin û pêşhatên li herêma Rojavayê Asyayê bi taybet derbarê şerê rejîma Îsraîlê li dijî gelê Filistînê gotûbêj kirin.

Zerîf piştî hevdîtina xwe bi Papa re û herwiha bi wezîrê karên derve yê Vatîkanê re derbarê van hevdîtinan de got: Di van civînan de li ser rewşa navneteweyî, rewşa boykot û cezayan û exlaqê di civaka Îslamî de, girîngiya piştgiriya yekeya malbatê û rewşa Filistînê hat axaftin.  

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ev hevdîtin girîng nirxandin û bal kişand ser rewşa erdên dagirbûyî û got: Niha gelê Filistînê di rewşeke sosret dijîn û ji bilî viya boykot û cezayan bandoreke xirab li gelê Libnanê kiriye.

Zerîf herwiha got: Dêra Katolîk derbarê rewşa Libnanê hestyar e.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê berî vê yekê bi kardînal Parolîn serokwezîr û qeşeyê mezin Galager wezîrê derve yên Vatîkanê gotûbêjkirin.

Zerîf duh (Yekşem) çû Romayê da ku bi rayedarên Vatîkan û Îtalyayê re bicive û îro bi Wezîrê Hevkarîya Derve û Navneteweyî ya Îtalyayê Luigi Di Maio re kom bû.

Serepeyv