Xetîbzade: Standina mafên Fîlîstîn berpirsiyariyeke cîhanî ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina daxuyaniyekê tekez kir: Standina mafên Fîlîstîn ne tenê pirsgirêkek Erebî-Îslamî ye, lê berpirsiyariyeke cîhanî ye û Komara Îslamî ya Îranê digel neteweyên îslamî û hemî neteweyên azad ên cîhanê yên ku sozdar û pabendê parastina mezlûm in, hertim li kêleka gelê qehreman ê Filistînê ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade daxuyaniyek ku bi Erebî berî civîna çapemeniyê hate xwendin êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Xezayê şermezar kir û qonaxa nû ya destdirêjiya hovane ya rejîma Îsraîlê dijî gelê bêparastin ê Filistîn û Zîvala Xezayê ku bû sedema şehîdbûna bi dehan sivîlan, jin û zarok jî tê de û rûxandina gelek avahî û xaniyên niştecihan, binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan, hiqûqa mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye. û eva tê şemezarkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Em bang li netewe, rêxistin û hukûmetên Misilman, bi taybetî Rêxistina Hevkariya Îslamî dikin ku digel gelê bindest û bêparastin ê Filistînê di eniyek yekbûyî de li dijî êrişên eşkere û kiryarên terorîstî yên artêşa siyonîst bisekinin. Komara Îslamî ya Îranê bawer e ku kiryarên cinayetkarane yên rejîma dagîrkerê Qudsê cinayetek e dijî mirovahiyê û divê wekî jenosîd û tawanek li dijî mirovahiyê were nas kirin.
Xetîbzade got ku em ji Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî dixwazin erk û peywira xwe ya zatî bi cih bîne û anîna zorê ser Rejîma sexte ya siyonîstî wê neçar bike ku cinayetên xwe û kiryarên xwe yên terorîstî li dijî gelê Filistînê bi dawî bîne û mafên gelê mezlûm ê filistînî ji viya zêde binpê neke.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Çareseriya tenê ya adil a pirsgirêka Filistînê ev e ku li gorî mafê çarenûsiyê referandûmek bi beşdariya hemî nişteciyên rastîn ên wekî Fîlîstînî, Misilman, Xiristiyan û Cihûyên pêk were.