Zerîf: Gotûbêjine berfireh tev rayedarên spanyayî derbarê pêwendiyên aborî pêk hatin
May 15, 2021 09:53 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê bi weşandina twittekê destnîşan kir ku gotûbêjine berfireh digel rayedarên spanyayî derbarê pêwendiyên aborî pêk hatin.
Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di twîtekê da nivîsî: Li Madrîdê hevdîtinên avaker digel Arança Gonzalês Laya û Rîs Marûtû wezîrên Pîşe, ticaret û geştyariyê yên Spanyayê pêk hatin.
Zerîf nivîsî: Her wiha me derbarê Lihevkirina Navokî, Filistîn, Kendava Farsê, Efganistan û mijarênn din ên navçeyî û cîhanî jî behs kir.