May 14, 2021 22:42 Asia/Tehran
  • Îran ji Komara Azerbaycan û Ermenistanê dixwazehurmeta serweriya hevdu bigirin û ser hemdê xwe bin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Îran tekez li ser parastina îstiqrar û aramiya deverê kir û gazî Komara Azerbaycan û Ermenistanê kir ku ser hemdê xwe bibin û xwe ji pêşxistina nakokî dûr bigirin û tixûbên hevdu derbas nekin.

Li gor Fars Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî  ya Îranê  Seîd Xetîbzade îro bertek nîşanî bûyerên vê dawiyê ser sînorê Ermenistan û Komara Azerbaycanê nîşan da û got: Komara Îslamî ya Îranê guhertinên vê dawiyê yên li ser tixûbên her du welatên cîranên xwe yanî Komara Azerbaycan û Ermenistanê bi hestyarî û dîqet dişopîne û hêvîdar e nakokî çêbûyî di zûtirîn dem de bi aqilmendiya du aliyan û bi riyên aştiyane were çareser kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî  ya Îranê got: Komara Îslamî  ya Îranê li ser pêdivîbûna parastinaîstiqrar û aramiya li herêmê tekez dike û gazî Komara Azerbaycan û Ermenistanê dike ku ser hemdê xwe bibin û xwe ji pêşxistina nakokî dûr bigirin û tixûbên hevdu derbas nekin.

Xetîbzade herwiha got: Komara Îslamî  ya Îranê amade ye ku di çareserkirina aştiyane ya nakokiyên di navbera her du welatan de ji wan ji bo çareseriya arîşeya vê dawiyê jî alîkar bibe.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan duh di civîneke awarte ya Meclisa Ewlehiya Neteweyîde got ku artêşa Komara Azerbaycanê “destdirêjî” li sînorên welatê wan kiriye û  3 km derbasî hundirê xaka Ermenistanê bûne û dixwazin gola Sêvan dorpêç bikin û herêmên nû dagir bikin.

Serepeyv